Mem Ararat - Evina Du Çiya

Mem Ararat - Evina Du Çiya

Mem Ararat

5:050 plays2016

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Mem Ararat - Evina Du Çiya Sözleri

Min got ez Ararat im, tenê û tenha

Te got ez jî Sîpan im, berf û derya

Berfa min ji benda mayîna te heliya

Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê

Hêsir bim sozdarê

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?

Li rûkala axayê vê dinyayê

Lerizî payîza min li pelê darê

Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê

Lerizî sozdarê

Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?

Ba tê baran tê pê re slav tê

Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê

Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê

Tu hebî sozdarê