Mem Ararat - Gazin

Mem Ararat - Gazin

Mem Ararat

4:230 plays2016

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Hebû tinebû

Rahmet li dê û bavê guhdara

Li rêwiya

Li sêwiyê li ber hêt û diwara

Guh bidin vê çîroka

Ji dengê bayê barana!

Geli dost û hevala!

Çiroka me destpênake

Bi merhabayekê

Destpêdike bi xatirxwestin

Û çend gazina

Kulîlkek e Kurdika

Kulîlkek e çiyayî

Û Kurdistanî

Çiroka wê

Ne çiroka şereki ye

Çiroka evînek şikestî

Û emrekî pelweşandî ye

Ev evîn tayeke sar e

Rê û hesret û adar e

Pêt û agir jê dibare

Çi har e

Har e

Har e

Jê dû ketin dilê'm êşî

Dibe tofan erd dihejî

Ne dikuje ne dihêlî

Çi jahr e

Jahr e

Jahr e

Lê nêviyê rê bê taqet mam

Gazî dikim nade alan

Encax bi te wê bê gulan

Tu were

Were were

Tu were

Were were

Lê nêviyê rê bê taqet mam

Gazî dikim nade alan

Encax bi te wê bê gulan

Tu were

Were were

Tu were

Were were

Li qirava emrekî şikestî

Ji bo nîsanê tu buyî hêvî

Çava diçe û min dihêlî?

Wa nabe

Nabe nabe

Ger tu jî nebe sebra min

Gul û Kulîlka baxê min

Wê zivistan be havîna min

Tim sar e

Sar e sar e

Dişewitîne êşa kevnar

Dibe şewta dojehek sar

Min re dinale kevr û dar

Ha ware

Ware ware

Ha ware

Ware ware

Dişewitîne êşa kevnar

Dibe şewta dojehek sar

Min re dinale kevr û dar

Ha ware

Ware ware

Ha ware

Ware ware