Ciwan Haco - Te Zu Te Derani

Ciwan Haco - Te Zu Te Derani

Ciwan Haco

5:300 plays1981

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Hate ber derî, min lê nenihêrî

Lê gava ew çû, min dil daye dû

Hate ber derî, min lê nenihêrîLê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş?

Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû?

Ka ew çavên reş? Ka ew dilê geş?

Ka ew bêhna xweş? Ka ew reng û rû?

Ka ew reng û rû?

Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn!

Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?"

Yara min bangkir "Ey bilbilê dîn!

Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn?"

"Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çîya tev xweşkir bi bêhn"

"Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çîya tev xweş kir bi bêhn"

"Tev xweş kir bi bêhn"

Bilbil tu zanî gelo ez kî me?

Tu tim serbest î lê ez girtî me

Bilbil tu zanî gelo ez kî me?

Tu tim serbest î lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me

Bê lîs û hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im Cegerxwîn, xortê Kurdî me

Xortê Kurdî me