Şivan Perwer - Sinane Kiriv
By Şivan Perwer
Duration: 5:06
Album: Zembil Firos (1992)
Lyrics
Were lo Sînano lo, lo kirîva te me lo.
Sînan dora Çipinî ya wêran bişewite lo, lo li ber avê ye lo.
Belê wê sibekê Sînanê kirîv lê kihêle sûwar bûye,
Kihêlê tîne lo, lo li ser avê ye lo.
Ezê rabim tasa xwe li ava zelal xînim, bidim destê Sînanê kirîv.
Ezê bêjîm kirîvo qurban tu yê vexwe ji destê lo, lo min Sakîneyê lo.
Sînan qurban dora çemê Çamê lo, lo pûng û şirt e lo.
Belê qirş û qalên di ber hatin lo, lo bû lêmişt e lo.









