Şivan Perwer - Dotmam

Şivan Perwer - Dotmam

Şivan Perwer

4:480 plays1985

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Dotmam, gelek slavên şoreşvanî li te.

Bi hesreta dila têm çavên te.

Vê stranê vê helbestê ango dibêjim li ser evîna me,

Li ser armanca me

Xeber hate min li ser eşqa dil

Eywax gul bû evîndara bilbil

Xeber hate min li ser eşqa dil

Agahdar bûm li ser evîna dil

Eywax gul bû evîndara bilbil

Bilbil xema qet nakşîne ji gul

Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê

Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê

Delalê evîndara pismamê

Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam dayika me tev niştiman e

Diqîre digaze li ber desta ne

Wê çawa bê sebra me Kurdan e

Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê

Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê

Zeriyê evîndara pismamê

Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan

Lê niştiman nadim bi hezar yaran

Bo azadî dil û canêm qurban

Bo rizgarî divêm axa goran

Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê

Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê

Zeriyê evîndara pismamê