Şivan Perwer - Bila Buhar Bixer Be

Şivan Perwer - Bila Buhar Bixer Be

Şivan Perwer

6:141 plays1975

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Bi ser çiyan ketim, karê min e bez û rev

Cî nîne tê de rûnim ne bi roj û ne bi şev

Ciyê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor

Dijmin îro tê da ye dibêje ji min re derkev…

Hezar sal e dinalim, birîndar û perişan

Êdî vê birinê xemûş girt û giha hev

Berî bibim birîndar xwedî dost û mirov bûm

Lê îro mame tenê ez bê ziman û bê dev…

Zivistanê nikarim bi dijmin re bikim şer

Pûk û berfê dadigrin gelê berbend û bendev

Wa ye bihar bi xêr tê hazir bikin ji bo şer

Êrîş bikin neyaran weke mêran hemû tev…

Haydê rabin, haydê rabin em bimeşin hemû tev in

Haydê bimeş, haydê bimeş, de bimeşin hemû tev in

Li ser rêçek serrast, li ser rêçek baş de rabin em hemû tev bin…