Şivan Perwer - Cihan

Şivan Perwer - Cihan

Şivan Perwer

4:400 plays1996

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Eman eman eman cîhan

çav û birî lêv û diran

Eman eman eman cîhan

çav û birî lêv û diran

Sîng û birî wê bi hevre gîhan

De bêje memre bi eşqa cîhan

Sîng û birî wê bi hevre gîhan

De bêje memre bi eşqa cîhan

Wa rindikê

Wa cîhanê

Wa xweşikê bê îmanê

Ax lê eman lê cîhanê

Wa delalê bê îmanê

Ax û eman bê feydeye

Kes bê te b halêm nizanê

Ax lê were lê cîhanê

Cavên belek bejna zirav

Li min heland dil û hinav

Cavên belek bejna zirav

Li min heland dil û hinav

Wa hevalno j xwer mêzekin

Bi min xest ew jana zirav

Wa hogirno j xwer mêzekin

Bi min xest ew jana zirav

Eman eman lê cîhanê

Tu bê xemê bê ûjdanê

Ax lê eman lê cîhanê

Tu bê xemê bê ûjdanê

Tu bê sozê bê peymanê

Derdê dilê min nizanê

Ax lê were lê cîhanê

Derdek li min bûye peyda

Ezê bêjim tu nexeyde

Derdek li min bûye peyda

Ezê bêjim tu nexeyde

Were destê hevdu bigrin

Xwe bavêjin bextê seyda

Werem destê hevdu bigrin

Emê biçin şêwra seyda

Wa xwedêyo wa rebîyo

Mi ji halê xwe xêr nedîyo

Ax xwedêyo ax rebîyo

Vî halî qet xêr nedîyo

Ez heliyam ji ber vê evînê

Kesek nizan halêm çîyo

Ax lê were lê cîhanê

Eman eman eman cîhan