Şivan Perwer - Le Dilbere

Şivan Perwer - Le Dilbere

Şivan Perwer

3:191 plays1986

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Wî de mala min

Wî de mala min

Mala bavê min mala mêran e eywax

De here mala min hê hê.

Mala min mala mêran e.

De konê mala bavê min

Rebena xwedê konê mala mêran e, ha wa wey lê...

De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê

Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: "yallah lo Kurdo"

De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane

Guhê van gundan e de oy oy.

De mala bavê min mala mêran e

De herê malan min hê hê...

Wî de mala min, mala min, mala min.

Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

Û çadira bavê Lalo danî li ber çema

Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema

Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir

Hatî kon û kozikê xwe danî cem me

Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê

Wezê ketime ber heyfa wê heyfê

De herê çawa destê wî xistin darê

Kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê

De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy...

Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

De herê malan min mala min mala min,

Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...

Û çadira bavê Lalo danî li ser latê

Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê

Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê

Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê

Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê

Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo

Wezê dikevime ber heyra vê heyrê

Û axalerkê me ser re dibêjin

Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê

Hoh oy de hoy oy...

Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo