Şivan Perwer - Ban Dikim Te Ruha

Şivan Perwer - Ban Dikim Te Ruha

Şivan Perwer

7:582 plays1976

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew

tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî

rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn

tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî

rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn

kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me

ez pir rind im li bende we me, lo kurdistan im li hêvya we me

rêya we bû ronahî, dîsa hun nabînin

kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

bandikim te ruhayê lê, diyarbekir pir deng daye

bandikim te urfayê lê, diyarbekir pir deng daye

bitlîs û muş, hekarî, wan hilgirtine barê giran

kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

ez şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im

ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim

dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim

kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewê