Diyar - Yare

Diyar - Yare

Diyar

5:191 plays2013

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Bihar nayê tim payîz e li nav baxê min.

Sal mîna pelan hatin xwar ji dara 'emrê min

Felek ez gerandim, anîm dawiya 'emrê min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Ferhad im, ez çiyan dikolim ka şêrîna min

Siyabend im bi çolan ketim tune Xeca min

Bextê Memê Alan yarê danî sere min

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Hatim dinê, dîsa diçim tu buyî yara min.

Te ne şah kir, ne jî kuşt im, kul kir dilê min.

Tu ne rojek te nepirsî çiye halê min.

Yarê yarê yarê tu yî sebeba min.

Lê dîsa tu yî, li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.

Dîsa tu yî, tu yî li vê dilê da.

Buyî xwîn digerî li vê canê da.