Yunus Dişkaya - Keyfxweşi

Yunus Dişkaya - Keyfxweşi

Yunus Dişkaya

3:130 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Ez Kurdekî piçûk im

Welatê min mezin e

Tejî rêl û çiya ye

Tejî berx û bizin e

Bi zozan û mebehan

Welatê min çeleng e

Tev robar û tavgehan

Bi kulilkan bireng e

Kaniyên wî taze ne

Çar rexên wan sorgul in

Xweyî kêf in dê û bav

Dengbêjên wan bilbil in

Ne girîn û nesaxî

Bes govend û dilxweşî

Têde herkes kamiran

Bi xebat û dilgeşî