Yunus Dişkaya - Stran Ji Bo Kulilke

Yunus Dişkaya - Stran Ji Bo Kulilke

Yunus Dişkaya

5:410 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Min kulîlkek dît, li ba dibû

Li ber tehtekê vebibû

Geh zer dibû geh sor dibû

Min got 'te jê bikim kulîlkê?

Têr têr te bêhn bikim kulîlkê?

Got 'jê neke, min jê meke

Ji nû ve min bi xwîn meke!

Kulîlkê jarê gidînê

Ka, te bibim Nisêbînê?

Got 'jê neke, min jê meke

Bejna min şox û şengek e

Her terkeke min vejînek e

Jê kirin nû dike birînê...

Kulîlkê jarê kulîlkê

Melûlkê, narê kulîlkê

Ka, te bibim vê Zaxokê

Bihimênim te j' ba û rokê?

Got 'meçîne, min meçîne

Kulîlk kemla biharê ne

Min bihêle li Bagokê!

Bagok; tu warê kulîlkan

Bagok; tu zarê kulîlkan

Menihêre l' min û xilolîkan

Giryana' m şahî ye, Bagok!

Kulîlk; pirr-reng û bawerî

Ji kulîlkan bêhnek fûrî

Ez dibêjim azadî ye

Tu bibêje rizgarî.