Yunus Dişkaya - Baye Payize

Yunus Dişkaya - Baye Payize

Yunus Dişkaya

6:141 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Evqas asaq û şîn û girî

Evqas hepsên tijî kirî;

Bayê payîzê ma çi nekir

Ma çi hişt ne xera kirî

Geh bi girtin û kuştinê

Berê me da tim mirinê

Li pêş çavê evqas dinê

Em xistin nav şîn û girî

Ev du sal e, bi roj û meh

Zeka me kir, li me kir deh

Li vî welatê mêtîngeh

Ma çi hişt ji me ne-birî?

Dewran e, dem wilo nar e

Geh payîz e geh bihar e

Yordarî qet nebû çare

Di dîrokê de, ya bihurî..