Azad Penaber - Ketim 1

Azad Penaber - Ketim 1

Azad Penaber

0:201 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

ji bo parîk nan keko

ji bo parîk nan

ketim..

ketim reya dûr

ji ber kû

di zarokên min ên piçûk henin

ji bo wan ketim reya dûr

ji ber kû ew hîn piçûkin...

ji bo parîk nan keko

ji bo parîk nan

rojê ke bêbext, bûm êstirk

ketim...

ji çavên dayka xwe yî

kû xwedê qedera we, bi tenîya reș nivîsî...

ji ber kû ez neferê gellekî xizan bum

ji ber ku bavê min xizan...

ketim...

di bêrîka bavê xwe yî feqîr da

du kaxet nîv bûm rojê ke bêbext

ji dilê wî da bişkuvîm û ketim...

ji bo parîk nan keko

ji bo parîk nan

ketim...

ji ber kû ez mirovek

ji qewmê cotkar û karker bûm

ji gelê xwe nesîbê xwe girtî bûm

ketim...

Dawiya dawî...

tenê ji bo parîk nan keko

tenê ji bo parîk nan

ji bêkesî ya xwe yî çardeh qatî de

devdevkî ketim...

zorekên min hîn piçûk bûn

ji pêsîra dayka xweyî wek wan piçûk

șîr dimêtin...

ketim keko

ji kûranîyek muxlaqî de ketim

ji bêkesîyek...

bi qedera xeyî reş ketim...

li dorî min wekî min

sêzdeh bêçare

sêzdeh "bê" kes…