Koma Se Bıra - Dereng Neye

Koma Se Bıra - Dereng Neye

Koma Se Bıra

3:490 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê

Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were.

Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were.

Em bi evînên qedexe mezin bûn,

Bêrîka me de 'eynikek û şeyek...

Me bi xwe mezin dikir.

Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de

Bi evîndara xwe re vedişart,

Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate

Me heviyan xwe dineqişandin.

Bi xwe re hevî bine. Hevî, evîn û jîn e

Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne.

Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan

Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were

Dema ku em mezin bûn, Wê demê em tegihîştin ku

Ger evîn azad be, wê bi wate be

Ji bo wê ye ku Em bûn evîndarên welatên xwe

Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad

de parve bikin.