Mem Ararat - Ziz

Mem Ararat - Ziz

Mem Ararat

7:010 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Çi bû çi nebû

Wa êşek nû bû

Kevnar bû

Ji kevnarên herî berê

Wa xemên min

Pêre ar, pêre har bûn

Bênav bû

Bêyî zar û ziman bû

Nas bû, lê dîsa jî

Ew wenda bû

Ez nexşeyek lal im

Dibilînim, dinalim

Li havînekê kerr im

Zîz im, lal im

Westiyayî û bêhal im

Malwêranek im

Xewnekê dibînim

Û li ber bayê

Dinyayekê dilerizînim

Nepirsin vê sibehê

Navê êşa min Sozdar e

Ez nexşeyek lal im

Dibilînim, dinalim

Li havînekê kerr im

Zîz im, lal im

Westiyayî û bêhal im

Malwêranek im

Xewnekê dibînim

Û li ber bayê

Dinyayekê dilerizînim

Nepirsin vê sibehê

Navê êşa min Sozdar e.

Kom bû, bû derya

Mezin bû şax veda

Bûye ar, bûye serma

Zivistan

Wa xemên min

Li bexçe tov vedan

Alan dan

Ji tavê ew

Ew bê par ma

Lal ma

Ji tavê ew

Ew bêpar ma

Gotin koçerek mirî

Xewnekê dibîne

Û li ser axa sar

Xeman dipeyivîne

Dibêje û dibîlîne

Malwêranek im ez

Destê min vala ma

Bûme hevalê bayê êvaran

Mêvanê mêvanan

Gotin koçerek mirî

Xewnekê dibîne

Û li ser axa sar

Xeman dipeyivîne

Dibêje û dibîlîne

Malwêranek im ez

Destê min vala ma

Bûme hevalê bayê êvaran

Nepirsin vê sibehê

Navê hişbûna min Sozdar ma...