Abbas Ahmed - Daykamine

Abbas Ahmed - Daykamine

Abbas Ahmed

4:390 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Kî wek min e bi kûl û xema

Wek pelên dara ez dikevim ser çema

Dimirim her gav û direvim

Westiyam pişta min nema

Digirîm û dengê min ketiye

Min bêrîya te kirîye

Dayika min êdî tû were

Destê te bêhn bikim ji xwe re

Kî wek min e bi kûl û xema

Wek pelên dara ez dikevim ser çema

Dimirim her gav û direvim

Westiyam pişta min nema

Wek çiyakî me lê ez dikevim

Şil dibim û ziwa dibim

Ber ronî ya ez kor dibim

Girtî me bê çav û devim

(Girtî me bê dest û devim)

Kî wek min e bi kûl û xema

Wek pelên dara ez dikevim ser çema

Dimirim her gav û direvim

Westiyam pişta min nema

Serê çiya li te digerim

Geh berfim geh ez komirim

Geh cîh me geh ez bê derim

Wek çuka li hêlîna digerim

Kî wek min e bi kûl û xema

Wek pelên dara ez dikevim ser çema

Dimirim her gav û direvim28

Westiyam pişta min nema

Ay dilo ay dilo way dilo...

Ay dilo wey dilo wey dilo dilo...

Lo ez nemînim dilo...

Wey bêkeso dilo...