Aram Tigran - Xemili Zozan

Aram Tigran - Xemili Zozan

Aram Tigran

2:571 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Xemilî zozan û min re keniya

Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê

Gulê gazîkir, min hate maniyan

Ez dikim herim yar bi min re nayê

Kanî xulxulîn, orta çiyan de

Dunya bû zînet û textê şahiyê

Dikim ku herim tebîeta seyra

Ez dikim herim yar bi min re nayê

Yara min bedew, nola van gulan

Kîjan rewş daye, emrê dunyayê

Gul gelek hene, çav reşa dilan

Ez dikim herim yar bi min re nayê