Aram Tigran - Çiyaye Gabaro

Aram Tigran - Çiyaye Gabaro

Aram Tigran

5:091 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Çiyayê Gabaro, çiyayê Gebaro

Ax tim bi derdo, bi kul û hawaro

Tu ji xwe re bike piştî û baro

Ema ne bê cî mane bêwaro

Xewa min nayê, xewa min nayê

Serê min têşê ji derdê dinyayê

Birîna me kûr e derman lê nayê

Kula şehîd Egîd ji dilê me dernayê

Çiyayê Gabaro çiyakî bilind î

Tu wê hêlîna şêr û piling î

Çiyayê Kurda yî, bi nav û deng î

Çima bindest bî, ta heya kengî?

Hêsirê çava bes bibarîne

Kulê miletê Kurdan birîn e

Lingê neyara li ser xwe hilîne

Kêfa dijmina li ser me neyne

Tu roniya çavê me Kurda yî

Tu hêrs û xofa van dijmina yî

Ji Egîda re rê û dirb veke

Dijminê xwe re mezela çê ke.