Hozan Aydın - Dilber

By Hozan Aydın

Duration: 6:54

Album: Singles - Hozan Aydın

Lyrics

Lêlê Dîlber….Tekman a şewitî bişewite ji dilê min û tera wa li nike….

Segmanê gundê me Emer axa Mîrê Tatos ê Mîrê zirav bi sê tezane,bi gulik û bi qendike wa bi bendike bira devê min bixal û deqê sing û berê Dîlber a;

Emer axa Mîrê zirav biketa,Emer axa Mîrekî zor û zurbe,bira sikhat û gilîyê min bike,lingê min li qeydêxe;

Destê min li kelepçêxe,hisûyê min lelêxe,sedûyek darî li binê lingê minxe,sedûyek zêr fendeqî cezaê ji min bistîne;

Sedûyek salî ceza îdama minbe,berê min bidin Sinop ê,Zongildax ê,adê behra,nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê;

Heval û hogirê mijmin pirsîne,ceza û cirma te çîye?Ezê bêjim mala we xirabîyo minê ramûsanekî ji xal û xetê gerdena;

Le Dîlber a Emer axa Mîrê zirav keremkirîye,Emer axa Mîrekî zor û zirbe,şikhat û gilîyê min kirîye;

Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,histûyê min bi leleye,sedûyek dar li bin lingê mine,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min standîye;

Listen to Hozan Aydın - Dilber