Özlem Munzur - Hesire Çave Te Me

Özlem Munzur - Hesire Çave Te Me

Özlem Munzur

5:291 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

Ez hêsîrê çavên te me,

Ne ez girtî me.

Gava te nebînîm yarê,

Ew roj mirî me.

Kê destê min û te yarê,

Ji hev biqetîne.

Belkî mala wî bibe wêran,

Şîn û gîrîn e.

Emê herin li cem felekê,

Giliyê we bikin xayîn / zalim.

We destê me ji hev qetand.

Emê çi bikin zalim / xayin.

Bê te roja xweş ji min re ,

Mîna zindan e.

Tîrê evîniyê dil va,

Şax vedan e.

Çima barê evîniyê,

Ewqas giran e.

Şikand dest û çongê min,

Ez binî da mame .

Emê herin li cem felekê,

Giliyê we bikin xayîn / zalim.

We destê me ji hev qetand,

Emê çi bikin zalim / xayin.