Xanemir - Ey Zagros

Xanemir - Ey Zagros

Xanemir

5:161 plays

Country: Turkey

0:00
0:00

Lyrics

He şopa siwarên tofana giran li ser

Pişta te dinale

Hê bi birîn in rûpelên dîroka te

Tu çima sînga xwe vedişêrî

Di zivistana sar û seqem de

Ji kulîlkên buharê re

We hê çend şev bi bager bin li awirên te

Wê hê çend karwan bikevin

Wê hê çend kevok biqefilin li hêlînên te

Ma heta kengê wê senfoniya mirinê

Bifûre li ser banî û pasarên te

Wan çavên geş û dilên pak li hêviyê

Biharê ne

Hewarê radigihînin berbangê re

Rê bide Zagros ji karwanê evînê re

Rê bide bila tûvên biharê bibizirînin

Mijên te Zagros

Rê bide ku hêviyên azadiyê bibiriqe

Rê bide û rê bide

Karvanek rê ket çiyayê Zagros

Mij û dûman ketin ber roj

Roj çû ava şev bû tarî

Dîsa li me befir barî

Heval were ez benda te me

Ba û bager hişk û sar e

Zivistan wek gurê har e

Dilê min de hêviyek heye

Carek dinê bihar were

Heval were ez benda te me